Li Berlînê Erdogan dîsa wê bi çalakiyekê were şermezarkirin

Serokkomarê Tirk Erdogan ku ji aliyê Elmanyayê ve ji bo konferansa Libyayê hatiye vexwendin, wê roja Yekşemê li Berlînê bi çalakiyeke girseyî were şermezarkirin.

Roja Yekşemê, bi pêşengiya Hikûmeta Elman ji bo bidawîbûna şerê li Libyayê wê konferansek were lidarxistin.

Ji ber ku di lîsteya beşdarên konferansê de navê Erdogan jî heye, muxalefeta Elman nerazîbûn nîşan da.

Rêxistina Ji bo Rojava Serî Hilde! jî bi armanca şermezarkirina beşdarbûna Erdogan wê çalakiyeke girseyî lidar bixe.

Roja Yekşemê saet 10.00’an, dema ku Erdogan bigihêje Berlînê wê di navbera avahiya Serokwezîrtiyê û Meclîsa Federal de çalakî pêk were.

Rêxistina Ji bo Rojava Serî Hilde! bang li her kesî kir ku Roja Yekşemê beşdarî çalakiyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button