Feransa ji bo xeteriya DAIŞ’ê wê keştiya balafiran ya leşkerî bişîne Rojhilata Navîn

Feransa ragihand ku ji bo xetereya DAIŞ’ê li ser herêmê wê keştiya balafiran ya leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku, ji bo xeteriya DAIŞ’ê li herêmê ew ê keştiya balafiran ya leşkerî bişînin Rojhilata Navîn.

Macron li bajarê Orleans civînek bi leşkerên Feransî re li dar xist û ragihand ku ewê heya Nîsana 2020’an
keştiya leşkerî bişînin Rojhilata Navîn û got:

Ev keştî wê ji bo alîkariya operasyona Chmmal were şandin.

Her wiha Macron desnîşan kir ku, wê keştiya balafiran ya leşkerî di operasyonên bi welatên Awrupa re jî were bikaranîn.

Macron di civîna xwe de balkêşa ser xeteriya DAIŞ’ê û ragihand ku gefa DAIŞ’ê li herêmê zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye beriya salekê keştiya balafirên şer ya leşkerî ji bo Deryaya başûrê Çînê hatibû şandin.

Leave a Reply

Back to top button