Dewleta Tirk vê carê komkujî li Helebê pêk anî.
Di encama topbarana li ser taxên Helebê, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.
Ev kes di encama şer û topbaran dijwar a di navbera Rêjîma Sûrî û Komên çete yên Dewleta Tirk li Helebê û bi taybet li taxên Rojava bûne qurban.
Li gorî ANHA’yê, çeteyan herêma Meşrû 300 a li taxa Hemdaniyê, Sikrî, Cemiyet El-Zehra û Kolana Nîl topbaran kirine.
Li hemberî wê jî, Rêjîmê deverên Miheleb, deredora herêma Şêx Necar, bajarokên Mensûre, Hirêtan û taxa Raşidîn ên bakurê gundewarê Helebê bi moşekên erd-erd û topavêjan dan ber topan.
Li gorî heman çavkaniyê, bi armanca amadekariyên nû, Rêjîma Sûrî, hêzên xwe li xeta Leyremûn û Cemiyet El-Zehra zêde kirin.