Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê got piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû, dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya demokratîk, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirine.
Di derbarê van êrîşan de Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Nezîfe Xilo axivî.
Nezîfe Xilo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî cejna Noelê, êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û wiha domand:
“Divê ew li hember êrişan wisa bêdeng nemînin.”
Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Mihemed Xeyr Şêxo axivî.
Mihemed Xeyr Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker mîna her carê, bi awayekî hovane êrîşî herêmê dike.
Şêxo bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyariyê xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih heta ku ewlehî li herêmê pêk were û xwîna bi destê dewleta Tirk tê rijandin raweste.
Hevserokê Mecslia Qanûnsaz a kantona Minbicê Mihemed Elî El Ebo jî got:
“Dewleta Tirk a dagirker hemwextî erêkirina hevpeymana civakî êriş herêmê kir, armanc jî rawestina pêşketina Rêveberiya Xweser di vê pêvajoyê de ye.”