Elaedîn Kalo: Hêzên kapîtalîst Tirkiyê ji bo armancên xwe bikartînin

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ya Parastina Abdullah Ocalan Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst ên ku dixwazin doza Kurdî tune bikin, di aliyê qanûnî de nêzîkî doza Rêber Apo dibin û got:
“Dewletên kapîtalîst Tirkiye weke amûreke ji bo pêkanîna armancên xwe bikartînin”

Elaedîn El Xalid Kalo da zanîn ku hemû kiryarên ku li dijî Rêber Apo tên pêkanîn derqanûnî ne û got:

“Dewletên kapîtalîst dît ku fikrên Rêber Apo li ser mayîndebûna wan metirsî ye, ji ber wê jî wan dewleta Tirk kir amûrek da ku wê fikrê armanc bigirin.

Dewleta Tirk hewl dide îradeya gelê Kurd ê berxwedêr têk bibe.

Dewleta Tirk bi hevkariya dewletên kapîtalîst ên ku dixwazin doza Kurdî tune bikin, di aliyê qanûnên de nêzîkî doza Rêber Apo dibin.

Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Apo bandoreke mezin di çalakkirina doza Îmraliyê de lîst û bang li şêniyan kir ku çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo bidomînin.”

Li Meksîkayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin

Back to top button