Li Swîsreyê roja xwendina pirtûkên Rêber Apo

Di çerçoveya danasîna pirtûkên Rêber Apo de kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan ku hatibû destpê kirin li Swîsreyê berdewam dike.
Li wir jî tekezî bi azadiya fîzîkî a Rêber Apo hate kirin.
Fîlozof Zîzek jî têkîldarî xwendina pirtûkên Rêber Apo got: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku ez pirtukên Ocalan dixwînim.”

Di çerçoveya danasîna pirtûkên Rêber Apo ên li Girtîgeha Îmraliyê hatine nivîsîn, kampanyaya Rojên Xwendina Pirtûkan ku hatibû destpê kirin li Swîsreyê berdewam dike.

Gelek partiyên siyasî, saziyên şoreşger, rêxistinên sivîl û Kurdistanî jî di nav de bi sedan kes tevlî çalakiya rojên xwendinê ya ku li Salona Sînamayê ya Forûmê hate lidar xistin bûn.

Endamê Şêwirmendiya Parlamentoya Navneteweyî û her wiha Serokê Komeleya Ji Nû ve Avakirina Kobanê Dr. Franco Cavallî got:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û ramanên wî bigihêje tevahiya mirovahiyê, divê bênavber xebat bê meşandin.”

Cavallî destnîşan kir ku misogerkirina azadiya hevrê Abdullah Ocalan wê ji bo me karê herî sereke û bingehîn be.

Zîzek tevlî ‘rojên xwendinê’ bû: Verişîna sîstemê hesteke navxweyî ya bêhempa ye

Her wiha Fîlozofê navdar Slovaj Zîzek jî tevlî ‘Rojên Xwendina Pirtûkên rêber Apo’ bû.

Zîzek têkîldarî parêznameyên Rêber Apo got:

“Bi dîtina min pirtukên Ocalan nîşanî me dide ku em li ku ne. Em di nava sîstemeke welê de ne ku xwe şexsî pêşkêş dike, divê her yek ji me jiyaneke xweser bijî, ne weke yên din. Baş e divê çi bê kirin? Ocalan di vir de metaforeke diyar û bêhempa pêşkêş dike. Verişîna sîstemê.”

Zîzek diyar kir ku rêber Apo gelek analîzên civakî kiriye û divê mirov bişopîne.

 

Back to top button