Vîncent Boûlet: Pêngava ji bo azadiya Ocalan divê hîn bê mezinkirin

Ji Çepa Ewropa Vîncent Boûlet diyar kir ku azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e û got: “Ev daxwaz ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî girîng e û divê were mezinkirin.”
Her wiha Hevserokê CRED’ê Fabio Marcellî, destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û bang li CPT kir ku derbarê rewşa Rêber Apo de daxuyaniyekî bide.

Piştgiriya siyasetmedar û rewşenbîrên cîhanî yên ji bo pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî didome.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya Çepa Ewropayê (Eûropean Left) Sekreterê Neteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê Vîncent Boûlet têkildarî tecrîd û êrîşên dewleta Tirk li ser her aliyên Kurdistanê axivî.

Vîncent Boûlet pêngavê weke gavek girîng pênasekir û got: “Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de nîşan dide ku rejîma Erdogan li girtîgehên Tirkiyê çawa mafên girtiyên siyasî binpê dike.

Lewma divê ev pêngav berfireh bibe û bikeve rojeva hikûmetên Ewropayê.”

“Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê zext li Tirkiyê bê kirin”

Vîncent Boûlet bêdengiya Ewropa ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo rexne kir û wiha got:

“Ji bo ev polîtîka were guhertin û demokrasî pêk were, divê zext li hikûmeta Tirkiyê were kirin.

Azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe gaveke bêhempa.”

Siyasetmedarê Fransî Vîncent Boûlet behsa êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava kir û ev tişt anî ziman:

“Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava sûcekî şere û nayê qebûl kirin.

Ji ber wê divê em li dijî van kirayaran bêdeng nemînin û hîn jî li ber xwe bidin.”

Prz.Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan daxuyaniyê bide

Hevserokê Navenda Lêkolînên li ser Demokrasiyê (CRED) parêzer Fabio Marcel li jî, derbarê tecrîd û pêngavê de hin nirxandin kir.

Parêzer Fabio Marcelli: Çareseriya pirsgirêka bi Ocalan pêkan e

Fabio Marcelli, diyar kir ku rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd bi hev ve girêdayî ye û wiha got:

“Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo Tirkiyê jî çavkaniya çareseriyê ye.

Lewma ji bo vê çavkaniyê divê derfet werin afirandin.”

Marcelli, anî ziman ku li Îmraliyê rêgezên hiqûqî hatine binpêkirin û di bin navê “têkoşîna bi terorê re” bi rewşeke cuda nêzî Abdullah Ocalan dibin.

Parêzer Fabio Marcelli di dawiyê bang li saziyên navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bikin û têkildarî rewşa Rêber Apo de daxuyaniyeke bidin.

Rewşenbîrên Ereb: Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan karbike

Back to top button