Rûsyayê…du çeteyên Daiş’î ku hewildana êrîşeke sersalê dikiran, girtin

Hêzên Ewlekariya Rûsyayê raghandin ku wan 2 DAIŞ’iyên ku xwe amade dikirin
di şahiyên pîrozbahiya sersalê de pêkanîna êrîşekê dikirin, girtin.

Hêzên Ewlekariya Rûsyayê vîdiyoyek ku tê de 2 çeteyên DAIŞî girtî ne belav kir.

Hêzên Ewlekariya diyar kirin ku van herdu çeteyan, piştî lêpirînê, li xwe mukir hatin ku wan amadekariyên êrîşekê li bajarê Saint Petersburg di şahiyên pîrozbahiya sersalê dikirin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Rûsyayê di dema lêgerîna li mala van herdu çeteyan, zexîre û hin çekên sivik hatine dîtin.

Leave a Reply

Back to top button