KJAR: Jinên Êzidî wê bi hêza xwe hişmendiya mêr dewlet têk bibe

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) bi boneya salvegera fermana 74’an a Êzidiyan daxuyaniyên cûda perve kirin şehîdên komkujiyê bibîranîn û soza xurtkirina têkoşînê dan.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan-KJAR’ê daxuyaniyek da û got:

“Dîroka civaka Êzidî gelek kevnare û ev civak bi salane ku bi çanda jin-dayik , jiyan dike. çanda ku welatparêzî di nava xwe de dihewîne û heta rojên îro xwe parastiye.

Her çiqas ku hêzên hegemon xwestin ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê xwe li herderê Rojhilata navîn, serwer bikin jî, lê têkoşîna jinan li Kurdistanê, ev yek vale derxist.

Di Şengalê de jî ev yek bi heman awayîye. Jinên Şengalê, li ser fikir û paradîgmayê Rêber APO, hêz û îradeya xwe nas kirin, bûn xwedî hêz û rêxistin.

Ev rêxistinbûna jina Êzidî wê hişmendiya mêr dewlet a qirker teqez têk bibe.”

Back to top button