Li dijî tecrîdê divê em asta têkoşîna xwe hîn bilintir bikin

Muslîm: Divê li dijî dewleta Tirk têkoşîneke hevpar bê meşandin
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim tecrîd şermezar kir û bang li hemû gelên heremê kir ku bi pêkanîna fikrê Rêbertî tecrîdê bê wate bikin.
Salih Muslim dazanîn ku dewleta tirk dev ji polîtîkayên xwe yê qirkirina kurdan bernedaye û bi hevkariya xwe ya DAIŞ’ê ve dixwaze bigîhîje armancên xwe.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslîm, derbarê mijarên di rojevê de ji ajansa Firatê re axivî.

Salih Muslim tecrîda li dijî Rêber Ocalan weke pergaleke li dijî êşkenceyê pênasekir û got:

“Tecrîd, pergaleke êşkenceyê ye.

Li dijî Rêber Ocalan rêbazeke gemarî û qirêj dimeşe.

Dixwazin bi vê tecrîdê gel û Rêbertî ji hev qutbikin ya din jî têkiliyên Rêbertî bi derve re qut bikin.

Lê tecrîda 25 sal nîşanda gel bi Rêberê xwe re girêdayî ye û dev jê bernade.”

Salih Muslim Bang li gel kir ku li dijî tecrîdê asta têkoşîna xwe bilind bikin, fikrê rêbertî hîn zêdetir têxin meryetê û ti hêviyê CPT û dewletên derve nekin ji ber ku destê wan jî di tecrîdê de heye.

Dewleta Tirk dev ji polîtîka xwe ya qirkirina Kurdan bernedaye

Saliha Muslim di pêvajoya erdhejê de jî êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û got:

“Ev erdhej jî careke din nîşanê me da ku dewleta tirk dev ji polîtîkayên xwe yên qirkirna kurdan bernedayê.

Ji xwe yên piranî di erdhejê de jiyana xwe ji destdan kurd bûn, bi zanebûn rojê ewil di hawara wan de neçû.

Di vê pêvajoyê de jî êrîşên xwe yên li ser Rojava nesekinandin.

Li Şehbayê û Til Rifatê ku bandora erdhejê lê bû, li avêtina topan dewam kir.

Bi balafirên biçek ên bêmirov êrîş kir.

Eşkere dixwazin gelê me bidin koçberkirin û qirbikin, lê divê em bi mayîna li ser axa xwe û bi têkoşîna xwe van polîtîkayan vala derxînin.”

“Divê li dijî hevkariya Tirkiyê bi DAIŞ’ê re Amerîka êdî gav bavêje”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim balkişand li ser hevkariya Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ’ê re jî û ev nirxandin kir:

“Heta mirov bi hev re li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê re dibe piştgir, tênekoşe, wê DAÎŞ her hebe.

Divê mirov li dijî dewleta Tirk ku bi DAÎŞ’ê dibe piştgir tevdîran bigire.

Hêzên Navneteweyî taybet jî Amerîka divê êdî li dijî hevkariya Tirkiyê bi DAIŞ’ê re gavan bavêje.

Ji vî aliyî ve zeîfî zêde heye.”

Back to top button