Desteya Hindurîn û Asayîşa herêma Cizîrê bi Rûspî û Oldaran re civiyan

Desteya Hundirîn û Ofîsa Pêwendiyan a Asayîşê ya herêma Cizîrê bi rûspî, rewşenbîr û oldaran re civînek li Qamişlo li darixstin. Di civînê de derbarê rol û desteka saziyên civaka sivîl bi Hêzên Asayîşê re û rewşa dawî niqaş hatin kirin.

Desteya Hundirîn û Ofîsa Pêwendiyan a Asayîşê ya herêma Cizîrê li hola Zana ya bajarê Qamişlo civînek lidarxistin.

Di civînê de saziyên civaka sivîl, nûnerên Rûspî, êl û oldarên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr jî beşdar bûn.

Di civînê de çawaniya hevkariya van aliyên navborî ya bi hêzên Asayîşê re niqaş hatin kirin.

Bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî kesên ku madeyên hişbirê bikartînin an jî difroşin, dizî û gendelî û karanîna çekên bêrûxset.

Kesên beşdar îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û şerê taybet ên ku di nava civakê de pêk tîne kirin..

Her wiha beşdaran balkişandin ser rola Hêzên Asayîşê jî ya di parastin û aramiya herêmê de.

Civîn bi nîqaş û nirxandinên beşdaran bi dawî bû..

Back to top button