
Li Derya Ege careke din, trajediya koçberan hebû.
Hêzên Yewnan li Derya Ege ji bo xelaskirina kesên di şetiya binav bûyî de 9 kes rizgar kirin û nêzî 60 kes jî winda ne.
Fikarên trajediyeke mezin a koçberiyê heye.
Piştî agahiya ku li Derya Egeyê keştiyeke penaberan binav bûye, danê sibehê hêzên ewlekariya peravê yên Yewnanîstanê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.
Hat hînbûn ku li Tengava Kafirea ya di navbera Evîa û Giravên Androsê de keştî binav bû.
9 Koçber hatin xelaskirin û nêzî 60’an winda ne
Berdevkê Ewlehiya Peravê Nikos Kokkalas ji televizyona dewletê ya Yewnanistanê ERT re ragihand ku heta niha 9 kesên ku bi hewldana xwe gihiştine zinaran hatine rizgarkirin.
Ji bo 59 kesên din jî xebata lêgerînê dewam dike.
Tê gotin kesên hatine xelaskirin ji Îran, Efxanistan û Misrê ne.
Hat diyarkirin ku keştiya penaberan ji Îzmîrê bi rê ket.
Ji ber bandora zêde ya bagerê, xebatên lêgerînê zehmet dibin.