Dayikên gerîla, malbatên şehîdan li seranserî herêmê bi armanca şermezarkirina radestkirina gerlîla Harûn Elbak daxuyanî dan û bang li xayin û xwefiroşan kir ku dest ji vê xiyaneta xwe berdin. Her wiha dayikan bang li ciwanan û hêzên parastinê yên Kurd kir ku tola heval Harûn Hilînin.
Bertekên li dijî radestkirina Gerîla Harûn ji dewleta Tirk re zêde dibin.
Dayikên şehîd û gerîlayan li Qamişlo bi daxuyaniyekê radestkirina Heval Harûn ji aliyê xiyanan ve şermezar kirin û gotin:
“Êşkenceya ku li heval Harûn hate kirin û radeskirina wî ji dewleta Tirk re şermeke mezin e ji bo kesên xiyanetkar.
Kongra Star: Em ê dawî li xiyanetkaran bînin
Kongra Star jî daxuyaniyek da.
Kongra Star diyar kirin ku ev kirin li dijî exlaq û pîvanên me ne û wiha hate gotin.
“Em ê tola heval Harûn rakin û heya serkeftinê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.
Dayikên ku beşdarî daxuyaniyê bûbûn diyar kirin dê bi hezaran Harûn ji bo tola Heval Harûn hilînin, bişînin qadên gerîla.