Alîkariyên xelkê Silêmaniyê gihaştin Heleb û Şehbayê

Di 6’ê Adara Îsal Xelkên Silêmaniyê ji bo Mexdûrê Erdhejê yên Helebê alîkarî şandin. Alîkarî ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatin astengkirin. Vê sibê alîkariyên xelkên Silêmaniyê piştî astengkirina nêzîkê mehekê gihaştin Heleb û Şehbayê.

Erdheja ku navenda wê bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bû, bandorek mezin li rojavayê kurdistanê û Sûriyê jî kir.

Di 6’ê meha borî de ji aliyê xelkên Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê û Şehbayê alîkarî şandin.

Alîkarî heta 14’ê adarê li Minbicê ber deriyê Tayhayê yê dinavbera herêmên Hikûmeta Şamê û herêmên Rêveberiya Xweser ma ji ber hêzên hikûmetê bac lê ferz kir.

Rêveberiya Xweser di 14’ê adarê ji bo ku Hikûmetê Şam ê rê li ber alîkairyan girtibû, alîkarî ji ber deriyê tayhayê vegerand.

Di 29’ê mehê de alîkariyên xelkên Silêmaniyê careke din tevî alîkariyên xelkên Kobanê berê xwe dan derî da ku derbas bibin.

Piştê astengkirin berî 2 rojan û duh alîkariyên xelkên Silêmaniyê û Kobnaê gihaştin Helebê û Şehbayê.

Back to top button