Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê li Amûdê daxuyaniyek derbarê kirinên dewleta Tirk ên li Efrînê û zextên li ser Êzidiyan de dan.
Daxuyanî li gundê Qizlexçox ê Amûdê bi beşdariya bi dehan kesî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji roja dagirkirina Efrîn û heya niha sûcên hovane lê têne kirin.
Herî dawî jî belavkirina dîmenekê li ser maleperên civakî ku du Êzidî bûne mislman.
Ev dîmen sedî sed piştî êşkencekirin û gefa li ser her du kesên Êzidî hatiye belavkirin.
Mala Êzidiyan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi van kiryaran demografiya herêma Efrînê ji her aliyê ve bide guhertin û gelê wê yê resen bide koçberkirin.
Mala Êzidyan di dawiyê de bang li aliyên hiqûqî û mirovî kirin ku êdî bi erkên xwe rabin û rê li van kiryarên hovane bigrin.