Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê dewama dikin. Li Dêrik, Girkê Legê, Kobanê û Dêrazorê bi çalakiyên cuda 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin.
Şahiyên Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
- Dêrik
Bi dirûşma “Rojbûna Rêber Apo, vejîna jiyana azad e”, şêniyên navçeya Dêrikê rojbûna Rêber Ocalan li Parka Dicle bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de kesên axivî diyar kirin ku Rêber Apo bi ramanê xwe jiyaneke azad ji bo gelê Kurd û gelên bindest ava kir û demokrasî û edalet ji tevahî gelan re pêk anî.
Paşê komên Sratan û dîlan hunerên xwe pêşkêş kirin.
- Girkê Legê
Her wiha şêniyên navçeya Girkê Legê jî li Hola Rojhilat 4’ê Nîsanê pîroz kirin.
Destpêkê sinevîzyonek li ser jiyana Rêber Ocalan hat pêşandan.
Piştre komên Nîna û Serhildan stran gotin.
- Kobanê
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi buneya rojbûna Rêber Apo ji aliyê zanîngeha Kobanê himleyeke paqijiyê li nava daristana Kobanê, kolana 48 û kolana tilel da destpêkirin.
Ji bo avabûna jîngelek paqij, ev hemle hate destpêkirin.
- Dêrazorê
Şêniyên Dêrazorê jî 4’ê Nîsanê û Salvegera YPJ’ê bi şahiyekê pîroz kirin.
Şêniyan Diyar kirin ku 2023’an wê bibe sala azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocelan.
Piştî axaftinan, ji bo rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin.



