TEV-DEM’ê ji bo Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxwiyaniyk da.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê destpêkê ev roj li tevahî gelên herêmê pîroz kir û got:
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji tevahî çandan re bû dergûşeke civakî demokratîk.
Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê re xeyal û hêviyên gelê me û tevahî gelên herêmê bi cih hatin.
Îsbat bû ku şoreş li gorî pîvan û rêgezên şoreşgerî yên nûjen ava bûye.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo avakirina şoreşeke rizgariyê ya civakî, demokratîk a rasteqîn e. ”
TEV-DEM’ê da zanîn ku di serî de rexstina DAIŞ, gelek hêzên tundraw êrişî şoreşê kirin.
Şoreş bû hedefa gelek planên komploger ên hêzên navneteweyî û herêmî.
Lê şoreşa 19’ê Tîrmehê ji stratejiya siyasî ya xeta sêyemîn a projeya çareseriya demokratîk ava kir.
TEV-DEM’ê balkişand ser rola jin ya di nava şoreşê de jî û got:
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa avakirina civakeke azad, ekolojîk û polîtîk e ku xwe dispêre azadiya jinan.
Azadiya jinan jî mîsogeriya rasteqîn a serketina vê şoreşê ye.”
Herî dawî TEV-DEM’ê bang li gelên herêmê kir ku li derdora jiyana Rêber Apo bi berpirsyarên exalqî tev bigerin.