Kurdistaniyên li Lubnanê bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîrozbahî li darxistin.
Di şahiyê de bi rêya skype, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan û gelên herêmê pîroz kir.
Muslim bi bîr xist ku roja destpêkirina şoreşê, roja bidestxistina serkeftinê, pêkanîna hêviyan û armancên şehîdan e.
Her wiha Muslim qala pêvajoyên şoreşê û fedakariyên gelên herêmê kir banga mezinkirina têkoşînê, berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê kir.
Şahî bi pêşandana, berhemên hunerî ji aliyê koma Welatê Rojê û Koma Şehîd Rojînda ve hatibû amadekirin û bi gerandina govendê bidawî bû.