29 parlamenterên Başûrê Kurdistan ji bo çareseriyê banga civînek taybet kirin

Xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê zêdeyî hefteyekê ye didome.
Heta niha di van xwe pêşandanan de 10 kes hatine kuştin zêdeyî 120 kes birîndar bûne û zêdeyî 150 kes jî hatine binçavkirin.
29 Parlamenteran li ser rewşa herêmê daxwaza civînek taybet kirin. Saziya Metro û komek rojnamevanên herêmê jî bang desthilatdariyê kirin ku bê merc kesên hatin binçavkirin berdin û zextê li ser ragihandina muxalîf rakin.

Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber gendeliyê, aloziya siyasî, aborî ya başûrê Kurdistanê zêdeyî hefteyeke li qadanin.

Lê heta niha desthilata Başûr ji bo çareseriya pirsgirêkê ti gav neavîtiye.

29 parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bang li serokatiya parlamentoyê kirin da ku sibê civînek taybet li ser dîtina çareseriyê û mirina xwepêşandêran were lidarxistin.

Navenda METRO banga berdana xwpêşandaran kir

Navenda METRO ragihand ku zêdetirî sed xwepêşander hatine girtin.

METRO girtina rojnameger û çalakvanan şermezar kir û banga berdana bê merc a çalakgeran kir.

Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Silêmaniyê jî duh bi şev daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ji bo hêzên ewlehiyê ferman hatiye dayin ku di demek herî zû de rewşê aram bikin.

Her wiha ragihand ku wê pêngava girtina kesên bêdestûr xwepêşandanan dikin berdewam bike.

Biryara rawestandina weşana NRT hefteyek hate dirêj kirin

Komek rojnamevan li Silêmaniyê li dijî girtina nûçegihanê kanala NRT û pêşkêşkarê kanala Peyam kombûn, rojnamevanan diyarkirin ku 24 saet di ser girtina her du rojnamevanan re derbasbûye lê hîna çarenûsa wan nayên zanîn.

Her wiha daxwaz hate kirin ku rojnamevanên hatine girtin di zûtirîn dem de werin berdan.

Hemwextî vê daxuyaniyê Nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zusik Hemed ji ber şiroveyek xwe ya li ser medyaya civakî, ji aliyê asayîşa Çomanê ya PDK’ê ve hate binçavkirin.

Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê jî biryara rawestandina weşana televziyona NRT ji bo heftiyek din dirêj kir.

Back to top button