Zêdan El Asî: Dewleta Tirk hewl dide çavkaniya jiyanê têk bibe

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk berdewamiya plana wê ya têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî got” Dewleta Tirk dît ku nikare îradeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û ya gel têk bibe berê xwe da têkbirina binesaziya herêmê .

Zêdan El Asî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çavkaniyên jiyanê têk bibe da ku gel bide koçberkirin û di dawiyê de projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

El Asî di dewamê de destnîşan kir ku erêkirinek ji bo van êrişan ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî di serî de DYA′yê de heye.

Zêdan El Asî anî ziman ku bêdengiya civata navneteweyî li hember van êrişan dê pirsgirêkekê di xebata şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de derxe.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî wiha dawî li axafina xwe anî:

“Hêzên me dê berê xwe bidin eniyên şer û li ber çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas dibin, rabin. “

Back to top button