“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê em têkoşînê mezin bikin”

Siyasetmedar Cûliye Mehmûd û çalakvan Suhêl El Senûh gotin hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li gorî nirxên exlaqî tev nagerin.
Her wiha diyar kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê gel têkoşînê Mezin bike.

Endama PYD’ê ya Reqayê Cûliya Mehmûd diyar kir ku ev tecrîd bi erêkirina hêzên kapîtalîst e.

Cûliya sûcên dewleta Tirk bi serkeftina projeya Rêbertî ya demokratîk ve girê dan û got:

“Fikra azad dewam dike û tune nabe.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwedîderketina li Rêveberiya Xweser ev rastî îsbat kir.”

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêl El Senûh jî teqezî bi mezinkirina têkoşîna gel ve kir da ku tecrîd bi dawî bibe.

Suhêl di dawiyê got ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin ta azadiyê pêk bînin.

Back to top button