Ciwanên Tebqa banga azadiya Rêber Ocelan kirin

Tecrida li ser rêber Apo bi çalakiyan tê şermezarkirin. Îro li Tebaq, Şehba û Kobanê çalakî hatin lidarxistin û tecrîda li ser Rêber Ocelan hate şermzarkirin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin.

Li herêmê çalakiyên ji bo şeremzarkirina tecrîda li ser Rêber Apo dewam dikin.

Tevgerên Ciwanan yên li Tebqa li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo daketin qadan.

Bi sedan ji Ciwanan, malbatên Şehîdan û endam û nûnerên Rêveberiya Xweser berşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî ji pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li Goristana şehîdan veguherî mêtingê.

Li vir, endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ayat Hebal daxuyanî xwend.

Di daxuyaniye de tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo hete şeremzar kirin û bang li gel hate kirin ku ji bo azadiya rêber Apo asta berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin.

Meclisa Jinan a Efrînê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin

Meclisa Jinan a kontona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya konvedanê li dar xist.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat xwestin ku berxwedan û tekoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bilindkirin.

Malbatên şehîdan ên Kobanê banga rakirina tecrîdê kirin

Li kobanê jî komîteya Ciwanan ya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Qinayê li dijî tecrîdê û bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de, bang li dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY’ê hate kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk bisekinîn û tecrîdê bi dawî bikin.

Back to top button