Di rojeva parlamentoya Başûr de dagirkeriya Tirk tune ye

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştî civîna Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî ne ji bo dagirkeriyê bi rojevên wek rewşa aborî, heremên bi nakok û medyaya civakî civiyan.

23’ê Tîrmehê de parlamentoya Başûrê Kurdistan piraniya dengên parlamenan biryardan ku parlomentoya Başûrê Kurdistanê 26’ê Tîrmehê bi rojeva êrîşên dewleta Tirk bicive.

Lê 26’ê Tîrmehê hat parlemena Başûr li dijî dagirkeriyê neciviya.

Wek hinceta pêkneanîna civînê jî nebeşdarî û boykotkirina YNK’ê, Komeleya Îslamî û Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, hat destnîşankirin.

Lê Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê bang li hemû parlamenteran kir ku îro di seat 11.00’an de ji bo civîna parlamentoyê amade bin.

Îro civîn pêk hat lê di rojevê de dagirkeriya dewleta tirk ya li ser başûr tinebû.

Duh 2 welatiyên başûrê Kurdistan bi balafirên dewleta Tirk hate şehîd xistin. Tevî wî jî civîn ne bi rojeva xwe ya esasî ya li ser dagirkeriyê bi rojevê cû da pêk hat.

Balkêşe guhertina rojeva civîna parlamentoyê û beşdariya YNK’ê ji bo civînê piştê cîvîna duh ya Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî
pêk hat.

Back to top button