Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re partiyan lez dane xebatên xwe.
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan têkildarî hilbijartinan civîna çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan 7 bajarên din yên Tirkiyê ku wê namzetan lê nîşan bidin eşker kir.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên 31’ê Adarê, xebatên partiyan dewam dikin.
DEM Partî jî demeke dirêje xebatên pêşhilbijartinan didomîne.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî hilbijartinan li avahiya navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan da zanîn ku di 13-14’ê Çileyê de li 90 herêmên hilbijartinê wê sandoq bên danîn û nêzî 100 hezar delege wê deng bikarbînin.
Ayşegul Dogan: 13-14’ê Çile wê pêşhilbijartin pêk werin
Ayşegul Dogan dengdayîna gel weke “Şahiya Demokrasiyê” pênase kir got:
“Em ne namzetê partiya xwe, namzetê ku wî bajarî, navçeyê û bajarokî bi rê ve bibe hildibijêrin.
Li her derê ku pêşhilbijartin lê were kirin li wê derê kelecan heye.”
Ayşegul Dogan: Li 90 herêmê wê 4 hezar namzet bikevin pêşbirkê
Ayşegul Dogan, da zanîn ku li 90 herêmên hilbijartinê wê 4 hezar namzet bikevin pêşbirkê û wiha berdewam kir:
“Em lihevhatina bajêr di pêş-hilbijartinê de pêk tînin. Her delege wê 3 dengan bikarbîne.
Ji bo bernamzetên hevşaredariyê, bernamzetên meclisa giştî ya bajêr û namzetên meclisa şaredariyê wê dengan bikarbînin.
Em dest ji rêgeza nûnertiya wekhev bernadin. Di hemû namzetan de wê deng bidin jinekê û mêrekî.
Di pêş-hilbijartinan de heke tu namzet ji sedî 50+1’ê negire wê hilbijartina duyemîn bê kirin. Di gera duyemîn de jî kesên herî zêde deng standin wê bibe namzetê hevşaredarê DEM Partiyê.
Ayşegul Dogan: Em ê li 7 bajarên din ên Tirkiyê namzetan nîşan bidin
Ayşegul Dogan eşkere kir ku ew ê li 7 bajarên din yên Tirkiyê, Enqere, Antalya Bolû, Konya, Kocaelî, Kayseî û Samsûnê jî namzetan nîşan bidin.