YE li ser planeke şandina leşkeran a ji bo Lîbya dixebite

Planên Yekîtiya Ewropa (YE) ya ji bo Lîbyayê eşkere bû.
YE li ser planeke şandina leşkeran a ji bo Lîbya dixebite.

Li gorî nûçeya malpera EUobserver a Brukselê, YE armanc dike ku bi navgîniya mîsyona navborî re bi pêşbaziya hêzên din ên Lîbyayê bandor bike.

Di rapora 1’ê Tîrmehê ku malperê xwe gihandiyê de wiha tê gotin:

“Ji bo pêvajoya aşitiyê li Lîbyayê pêdivî ye bi bêçekbûnek giştî heye.

Ji ber vê jî pêwistî bi tesfiyekirina hêzên heyî û ji nûve avakirina wê heye.”

Di nûçeyê de, tê diyarkirin ku YE li ber e di mehên pêş de plansaziyên xwe yên ji bo operasyonên mezin ên li Afrîkaya Bakur biqedîne.

Rapor her weha diyar dike ku pêdivî pê heye ku piştgiriya reforma xebatên ewlehiyê bê kirin.

Li gorî planê ev daxwaz ji aliyê berpirsên Lîbya ve ji welatên YE hatiye kirin.

Di nûçeyê de, hate destnîşankirin ku wê dîplomatên Amerîkî di demek kurt de nexşerêyê nîqaş bikin, lê Komîsyonê hêj nexşeyên navborî wekî pêşniyarek fermî pêşkêş nekiriye.

Back to top button