Li Idlibê, di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 kes birîndar bûn

Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên Tirkiyê de 5 kes birîndar bûn û li çolistana Sûrîyê jî 4 endamên hikumetê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajaroka Orim El-Coz yê li başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kir.

Hat diyar kirin di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumetê deverên Fitîra, Sifohin û Filefil yên li Idlibê û yên li Sehil El-Xab a rojava bakurê Hemayê topbaran kirin.

Duh jî di topbarana hêzên hikumetê ya li ser gundên Idlib û Helebê de 8 kes hatin kuştin, 12 kes jî birîndar bûn.

Di kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de 4 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Tedmurê ya li Humsê jî di kemîna çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî hêzên hikumetê de 4 leşker hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji Adara 2019’an heya niha, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de hezar û 500 endam û alîgerên hêzên hikumetê û 968 DAIŞ’î hatin kuştin.

Back to top button