“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me hemûyan e”

Ji Studenti Independenti Beatrice Boggoi diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan û got, “Bi dîtina min, azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we û azadiya me hemûyan.”

Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê endama Studenti Independenti (Xwendekarên Serbixwe) Beatrice Boggio axifî û got:

“Em hatin vê derê, ji ber ku beriya çend salan me li Îtalyayê di nava xwe de dest bi nîqaşkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin.

Hin hevrêyên me çûn Kurdistanê. Dema ku vegeriyan hatin binçavkirin û bi heman rengî zextên giran hatin kirin.

Ji bo piştgiriya bi wan re gelek xwepêşandan hatin lidarxistin.

Me jî dest bi perwerdekirina xwe ji aliyê îdeolojîk ve kirin.

Piştre jî ji bo parvekirina fikrên xwe em hatin vê derê.

Bi dîtina min azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we, azadiya me hemûyan.

Tişta destpêkê ku divê em bikin axaftin û nîqaşkirina li ser rewş û azadiya wî ye.

Heta ku hikumetên me zextê bikin divê em hewl bidin.

Îtalya-Li dijî tecrîdê li Zanîngeha Roma konferansek hate lidarxistin

Back to top button