Îtalya-Li dijî tecrîdê li Zanîngeha Roma konferansek hate lidarxistin

Li Zanîngeha Romayê ya Îtalyayê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APo konfiransek pêk hat.
Di konfiransê de de hat gotin ku Rêber Apo bi paradîgmaya daniye holê ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo gelên cihanê pêşerojekê pêşkêş dike.

Çalakiyên Komîteya Dema Azadiya Abdullah Ocalan e ya Îtalyayê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseiya Siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dewam dikin.

Di çarçoveya pêngava cîhanî de ji bo azadiya Rêber Apo Komîteya Dema Azadiya Rêber Apo li Zanîngeha Romayê konfiransek lidarxist.

Di konferansê de Alîkarê Serokê Koma Keskan û Yekîtiya Çep Marco Grîmaldî ewil axivî.

Marco Grîmaldî ku bi silavkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir.

Grîmaldî girîlmildî bal kişand ser xebatên Meclîsa Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Apo û got:

“Divê azadiya Rêber Apo ji bo me esas be.”

Piştî Grîmaldî girîlmildî profesora Zanîngeha Romayê Enrîca Rîgo axivî û diyar kir ku şert û mercên tecrîda li dijî Rêber Apo nayên qebûlkirin.

Li vri Berdevkê Komîteya Ji Rêber Apo re Azadî ya Îtalyayê û Senatorê berê Giovanni Russo Spena axivî.

Russo Spena got:

“Em dibêjin dema azadiya Rêber Apo ye.

Her wekî Parêzerê Rêber Apo Ozgur Erol axaftinek kir.

Erol anî ziman ku Îmralî cihekî li ser nediyariyê hatiye avakirin û wiha got:

“Li Îmraliyê tu hêza desthilatê heta şaneyê xwe hîs dikî lê tu nizanî çi mafên te hene.

Îmralî di nav sînorên welatekî endamê Konseya Ewropayê de pêş ket. ”

Parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hatiye avakirin li ser hemû beşên civakê tê meşandin û got: “Qedexe û binpêkirin tenê bi Îmraliyê re sînordar nîne, li ser gelê Kurd zext û êrîşeke mezin heye.

Parêzera Îtalyanî Maûra Palma jî axivî û destnîşan kir ku ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo tu pênaseyekî hiqûqî nîne.

“Pêngava cîhanî ji bo Rêber Apo encamên baş wê bi xwe re bîne”

Back to top button