Parlementoya Iraqê dîsa nikaribû bicive

Civîna li parlamentoya Iraqê a ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê dihat payîn ku pêk were dîsa hate hate paşxistin. Hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku wê YNK îradeya ku hatî ferzkirin qebûl neke.

Dihat payîn îro parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê bicive.

Ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû civîn heta roja Duşemê hate paşxistin.

Civîna ji bo hilbijartina Serokkmar jî wê roja Çarşemê pêk were.

Parlamentoya Iraqê ji 329 parlamenteran pêk tê.

Ji bo hilbijartina Serokkomariya Iraqê pêwîstî bi 220 parlamenteran hebû.

Ji ber vê yek 126 parlamenter tevlî civînê nebûn û ev hejmar temam nebû.

Ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê 40 kesan xwe weke namzet ragihandin.

Namzetê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Berhem Salih e û yê PDK’ê jî Rêber Ehmed e.

Tevgera Sedir, Sunî û PDK ku li ser namzetê serokkomartî û serokwezîrtiya Iraqê lihevkirine, hejmara kursiyên wan her 3 yan jî 166’e.

Komek ji parlamenterên serbixwe, YNK, Komeleya Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî biryar dane ku tevlî civîna ji bo hilbijartina serokkomartiyê nebin.

Bafil Talabanî: Wê YNK ti îradeyekî hatî ferzkirin qebûl neke

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di çarçoveya hilbijartina Serokkomariya Iraqê de li Bexda li gel endamên partiyên li Parlamentoya Iraqê civiya.

Bafil Talebanî diyar kir ku wê YNK ti biryarekî ji derveyî îrade û berjewendiyên gel nede û îradeyekî hatî ferzkirin qebûl nake û got:

“Hemû gav û biryarên me wê ji bo yekrêzî û misogerkirina mafên rewa yên gelê me be.”

Back to top button