“Pêngava cîhanî ji bo Rêber Apo encamên baş wê bi xwe re bîne”

Hiqûqnasê Misrî û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê çalakiyên cîhanî yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li dar dikevin wiha got: “Ji seranserî cîhanê gelek kesayet û alî tev li pêngavê bûne. Ev jî bandora mezin a pêngavê nîşan dide.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li zêdetirî 100 bajarên li seranserî cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” destpê kir.

Li hember tecrîdê ya li ser Rêber Apo bertek zêde dibin.

Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Elaa Selame tecrîd şermezar kir û got:

“Pêngava cîhanî ya ji bi Rêber Ocalan bandoreke mezin di aliyê siyasî de çê kir.

Nîşana vê yekê jî ew e ku gelek navendên li seranserî cîhanê tev lê bûn.

Ev jî yek ji rêbazên zextkirinê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan e.

Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye û ev pêngav dê bi encamên baş encamdar be.”

“Ji bo Rêber Apo divê heyeta qanunî were avakirin”

Back to top button