Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 119’an de didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê Tîrmehê de hatiye destpêkirin, bi koma 25’an û di roja 119 de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Bi amadebûna xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê merasîma dewrgirtinê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 24’emîn Nûrcan Avyanî daxuyanî xwend.

Nûrcan Avyanî balkişand li ser tecrîdê û got:

“Wek tê zanîn em di çalakiyekê de ne, çalakiya me ji bo azadiya Rêber Apo ye.

Ev bû 25 salin Rêberê Apo di Girtîgeha Îmaraliyê ya yek hucreyî de tê rehîn girtin.

Bi taybete ev nêzî 3 salin me tu agahî ji Serokê xwe ne girtiye.

Hemû mafên wî yên rewa têne astengkirin.

Dewleta Tirk ya dagirker bi piştgiriya hemû hêzên hegemon hemû yasayên xwe binpê dike.

Em ji rewşa Rêberê xwe bifikarîn.

Em bang li hemû saziyên mafê mirovan û CPT’yê dikin ku bi erkên xwe rabin.”

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 23’emîn didome

Back to top button