Pentagon: 59 leşkerên Amerîkî li Sûriyê û Iraqê birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ji ber êrişên li dijî baregehên wan, 59 leşkerên amerîkî li Sûriyê û Iraqê birîndar bûne.

Berdevka Pentagonê Sabrina Singh ragihand ku hêzên girêdayî Îranê, li Sûriyê û Iraqê êrişên xwe yên li dijî hêzên amerîkî dewam dikin.

Li gor wê, ji 17 cotmehê ve, 55 êriş li herdu welatan li dijî hêzên wan pêk hatine.

Sabrina Singh eşkere kir ku di encama van êrişan de, /59/ leşkerên amerîkî birîndar bûne, birîna 27’an di mejiyê wan de ye.

Berdeveka Pentagonê got ku vê gavê her 59 leşkerî vegeriyane ser karê xwe.

Derbarê bersiva Amerîkayê ji êrişan re jî piştrast kir ku wan li Rojhilatê Sûrî 3 êriş pêk anîne û dê tim jî bersivê bidin.

Wekî tê zanîn, ji wexta ku şerê Xezayê dest pê kiriye, êrişên li dijî Amerîkayê çi li Sûriyê û çi jî li Iraqê zêde bûne û hema bêje piraniya baregehên wan tên armanckirin.

Back to top button