Li Sûriye êrişî barageha Amerîka hate kirin

Hêzên DYA û Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê li Sûriye û Iraq di hişyariyê de ne.
Di nava hefteyên dawiyê de, rojane êriş li dijî hêzên wan pêk tê.
Di nava 2 rojên dawiyê de, 5 caran êrişî hêzên DYA hat kirin.
Herî dawî şevê din êrişekî nû li ser barageha hêzên Amerîka ya li Sûriyê hate kirin.
Û çekdarên girêdayî Îranê jî ev êriş li xwe girt.

Koma bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku tê sûcdarkirin bi Îranê re têkiliya xwe heye, ragihand ku wan şevê din êrîşî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li gundê Xezre yê Sûriyê kir.

Hate ragihandin ku êrîş bi droneyan hatiye kirin.

Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh nehatin dayin.

Hate ragihandin ku êrîş ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan re hatiye kirin.

Ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Hemas û Îsraîlê ve li Iraq û Sûriyê li hemberî baregehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîk DYA û koalîsyona navneteweyî bi drone û roketan êrîş têne kirin.

12’ê Mijdarê DYA’yê weke bersiva li van êrîşan bombe li navendên Muhafizên Şoreşê yên Îranê yên li Sûriyê barand.

DYA’yê li navendeke perwerdeyê û stargehekê xist.

Ji vê bombardûmanê ve li hemberî hêzên Amerîkayê herî kêm çar caran êrîş hatin kirin.

Di mehekê de li dijî hêzên Amerîka 52 êriş pêk hatine

Li gorî daxuyaniya rayedarên Pentagonê, ji 17’ê Cotmehê ve li hemberî hêzên DYA û koalîsyonê herî kêm 52 êrîş hatin kirin.

Hate ragihandin ku 24 ji wan li Iraqê, 28 ji wan jî li Sûriyê hatin kirin.

Rayedarên Pentagonê diyar kirin ku di êrîşên komên bi piştgiriya Îranê de herî kêm 56 leşkerên wan birîndar bûn e.

Li Sûriyê 900 leşkerên Amerîkayê û li Iraqê jî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

DYA diyar dike ku armanca hebûna leşkerên wan li van welatan bo pêşîlêgirtina zindîbûna DAIŞ’ê ye.

Back to top button