Li Portugalê ji doza gendeliyê 5 kes hatin berdan

Li Portugalê lêpirsîna li ser gendeliyên ku hatine kirinê hêjî dewam dike.
Di doza navê Serokwezîr Antonio Costa bi şaştî têde heyî de, 4 kes serbest hatin berdan.

Serokwezîrê Porgutalê Antonio Costa, Vitor Escaria û şêwirmendê wî yê karsaziyê Diogo Lacerda Machado, di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de hatin berdan.

Bi vê yekê re 5 kesên ku ji ber îdiayên gendeliyê hatibûn girtinê serbest hatin berdan.

Ev 5 kes hefteya borî bi sûcdariya gendelî û bazirganiya nifûsê hatibûn binçavkirin.

Lacerda Machado bi kefaleta 150 hezar Euroyî hat berdan.

Dadgehê diyar kir ku derketina derve ya Escaria hatiye qedexekirin.

Her wiha hêjî gumanên li ser wî nehatiye rakirinê.

Dozger daxwaza dewamkirina girtina Escaria û Machado jî kiribû.

Tê îddîakirin ku wan di rêvebirina projeyên hikumetê yên lîtium û hîdrojenê de, her weha navendek daneyê ya mezin, gendelî kirine.

Serokwezîr Antonio Costa, ji ber lêpirsînê hefteya borî neçar ma ku îstifa bike.

Lê piştre derkete holê ku navê wî bi navê Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva re tevlîhev kirine.

Ji ber îstifaya serokwezîr wê 10’ê Adarê li welat hilbijartina pêşwext pêk were.

Dozgeriya Portugalê: Me di lêpirsîna serokwezîr Antonio de şaşitî kiriye

Back to top button