Hilbijartinên li Gabonê wê di Tebaxa 2025’an de were lidarxistin

30’ê Tebaxê li Gabonê darbeya leşkerî pêk hatibû.
Ji wê demê ve welat bi rêya rêveberiya leşkerî tê birêvebirin.
Herî dawî rêveberiya leşkerî ragihand ku hilbijartina serok û parlementoyê wê Tebaxa 2025’an pêk were.

Berdevkê Komîteya Veguheztin û Saziyên Nûjenkirinê ya Gabonê (CTRI) Albay Ulrich Manfoumbi Manfoumbi, têkildarî dema hilbijartinê ya demkî ji televîzyona dewletê re axivî.

Manfoumbi da zanîn ku hilbijartinên serokomarî û parlementoyê wê di Tebaxa 2025’an de bên lidarxistin.

Li Gabonê di 30’ê Tebxê de li dijî hikumeta heyî derbe hatibû kirin.

Komek ji leşkeran ketin avahiya televîzyona neteweyî û ragihandin ku wan dest danîne ser hikûmetê.

Rêveberiya leşkerî ya CTRI ragihand ku hilbijartinên 26’ê Tebaxê hatin betalkirin û sînorên welêt hatin girtin.

Wê demê hat ragihandin ku fermandarê Parazvanên Komarê General Brice Oligui Nguema wek serokê CTRI’yê hat tayînkirin.

Piştî wê derbeyê jî heta niha li welêt hilbijartinek nehatiye lidarxistin.

Back to top button