Piştî şerê Îsraîl û Hemasê plana ye ya bo Xezayê

Yekîtiya Ewropa jî hewil dide ji bo Xezayê rêyeke çareseriyê peyda bike.
Berpirsê Bilind yê Têklî û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Borrell plana yekîtiyê eşkere kir.
Borrell diyar kir ku piştî şerê li Xeza bi dawî bibe ew ji 3 mijaran re dibêjin ‘na’.
Ew jî dagirkerî, koçberkirina filistîniyan û mijara Xezayê parçeyek ji doza Filistînê ye.

Berpirsê Bilind yê Têklî û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell piştî Civîna Wezîrên Karên Derve yên YE ji rojnamevanan re axivî.

Josep Borrell got;

Civaka navneteweyî ji bo nakokiya di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de, ji aliyê ‘siyasî û exlaqî’ ve bi ser neketiye.

Borell bal kişand ser wê yekê ku ji bo çareseriya du dewletan hewildan kirine û diyar kir ku wan ji 3 pirsgirêkan re got ‘na’.

Ew jî;

“1. Koçberiya bi darê zorê ji Xezayê nayê destûr kirin. Em nikarin destûrê bidin ku Filistînî bên dersînorkirin.
2. Xaka Xezayê neyê kêmkirin. Xaza ji aliyê Îsraîlê ve neyê dagirkirin.
3. Divê rewşa Xezayê bibe parçeyek ji çareseriya pirsgirêka Filistînê.”

Borrell: Divê Rêveberiya Heyî ya Filistînê bê xurtkirin

Borell destnîşan kir ku “guhertoyeke xurtkirî” ya rêveberiya heyî ya Filistînê ya ku Şerîeya Rojava bi rê ve dibe, dikare li Xezayê jî pêk were.

Wî daxuyakirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Filistînê divê “rêveberiya yekane ya Filistînê ya rawa” hebe û divê ev yek ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê qebûlkirin.

Borrell bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Niha rêveberiya Filistînê heye.

Em ê Rêvebiriyeke nû ya Filistînê îade neke.”

Berpirsê Bilind yê YE destnîşan kir ku ew naxwazin Xeza di destê Hemasê de be û “cûreyek” rêvebiriya Filistînê wê mudaxeleyî Xezayê bike.

Borrell bal kişand ser wê yekê ku divê welatên ereb piştgiriyeke xurt bidin vê rêveberiya Filistînê û ev tişt anî ziman:

Bêyî ku welatên ereb tevlî bibin, ji bo avakirina dewleta Filistînê alîkariya siyasî nekin, çareserî ne pêkan e.

Back to top button