Helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Çiyayê Dêl a herêma Biradostê bombebaran kirin.
Şevê din helîkopterên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Çiyayê Dêl a li herêma Biradostê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama bombebaranê de agir bi eraziyê ketiye.
Li gorî heman çavkaniyan artêşa Tirk ketin û derketina wê deverê qedexekiriye.
Ev jî bû sedem ku şênî nekarîn agir vemirînin.