
Têkildarî hevdîtina Qesra Elysee hat diyar kirin ku wê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîn e.
Li ser vexwendina Emmanuel Macron, roja Yekşemê şandeya MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê bi Macron re civiyan.
Piştî hevdîtinê Qesra Elysee daxuyaniyek da û got ku Macron diyarkiriye ku divê xebatek giştî ji bo aramiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo pêkanîna rêveberiyek giştî, were kirin.”
Her wiha Emmanuel Macron cesareta şervanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de û fedekariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAIŞ’ê silav kir.
Macron destnîşan kir ku wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ piştgiriya li gel QSD’ê de dewam bike.