Li Kerkûkê jî malbatek ku ji 4 kesan pêk tê bi vîrûsê ketin.
Ev yek di demekê de tê ku Wezareta tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku 4 kes ji malbatekê, ku ji Îranê vegeriyane Kerkûkê, bi vîrûsê ketine.
Wekîlê Wezareta Hindirîn yê karûbarên ewlehiya yekgirtî Ferîq Mihemed Ni’me El-Hesen diyar kir ku 8 hezar kesên ji Îranê derbasî Îraqê bûne di bin Çavdêriya tenduristiyê de ne.
her weha li 8 parêzgehên Îraqê betlaneya dibistanan bo demên nediyar, hat ragihandin.
Berdevkê wezareta derve ya Îraqê Ehmed El-Sehaf ferman da balyozxaneyên Îraqê yên li 7 welatan ku destûrê nedin hatina welatiyên wan ji bo Îraqê.
Sehaf diyar kir ku ev welat: Çîn, Îran, Tayland, Koreya Başûrî, Japonya, Îtalya û Sîngapora ne.
Sehaf destnîşan kir ku Îraqiyên li van welatan, piştî çavdêriya tenduristî, dikarin derbasî Îraqê bibin.