Hikûmeta Başûrê Kurdistanê 2 hezar kes xistin bi çavdêriya tenduristiyê

Êdî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji Vîrûsa Corona tedbîrên pêwîst digire, hikûmetê 2 hezar kesên ku ji Îranê derbasî Başûr bûne, xistin bin çavdêriya tendirustiyê. 

Wezîrê Tenduristiyê yê herêma başûrê Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku 2 hezar kesên ji Îranê vegeriyan, ketin bin çavdêriyê.

Saman di kongreyeke çapemeniyê de got:

“gumana pêketina 7 kesan hebû, lê em teqez bûn ku 6 pê neketine û 1 jî di bin çavdêrî û venêrînê de maye.”

Berzencî diyar kir ku li seranserî herêmê cih ji bo çavdêriya tenduristiyê hatine destnîşankirin û bang li welatiyan kir ku dûrî cihên qerebalixê bikevin

Meclisa Serokatiya Wezîrên Herêma Başûrê Kurdistanê roja sêşemê biryara girtina dibistanên hikûmetê da û îro biryar dikeve pratîkê.

Ev biryar, girtina zanîngeh, peymangehên giştî û taybet jî digire nava xwe ku ji şemiyê ve dikeve pratîkê.

Li Kampa Rûstem Cûdî ya Mexmûrê
ji ber metirsiya vîrosa Corona dibistan ketin betlaneyê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, ji ber metirsiya vîrûsa coronayê, dibistanên zimanên dayikê, seretayî û amadeyî heta demeke nediyar ketin betlaneyê.

Back to top button