DYA ceza li 13 deste û kesayetên biyanî sepandin

Amerîka cezayên nû li 13 deste û kesayetên biyanî li Çîn, Iraq, Rûsya û Tirkiye, bi tawana destekdayîna programa moşekî ya Îranê, sepand.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ev ceza 3 kompaniyên Çînî, kesayeteke Çînî û kompaniyeke Tirkî jî digirin nava xwe.

Wezaretê teqez kir ku programê moşekan ê Îranê, metirsiya belavbûna çekan nîşan dide û got:

Ev ceza li gor xebatên me yên li dijî programê Îranê yê moşekan in.

Di sala 2018’an de ji ber vekişîna Trump ji peymana nuklerî, di navbera Washington û Tehranê de aloziyeke kûr derket.

Back to top button