Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina vîrûsê, tedbîrên pêwîst girt

Piştî derbasbûna vîrûsa Corona ji hin dewletên Erebî Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo vîrûs derbasî herêmê nebe hin tedbîrên pêwîst girt.

Hevseroka Desteya Tenuristiyê Dr. Ciwan Mistefa, diyar kir ku wan gelek tedbîr ji bo selametiya welatiyan li herêmê gitine.

Ji wan tedbîran, nuqteyên tenduristiyê li ser dergeha Sîmalka hatine vekirin û cîhazê kontrola pileya germahiya laşê tê bikaranîn.

Mistefa daxuyakirina ku eger rewş li ser kesekî hat tesbîtkirin, wê bixin bin çavdêriyê û teqez kir ku kesên ji Başûrê Kurdistanê tên û derbasî herêmê dibin eger nîşaneyên vîrûsa Corona bi wan re hebe ew tên vegerandin.

Hevseroka Desteya Tenuristiyê anî ziman ku ji bo pêşîgirina vîrûsê Heyva Sor bi rêxistinên Tenduristiyê yê cîhanî re di nava danûstandinan de ne.

Hevseroka Desteya Tenuristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku heta niha ti vîrûs li herêmê ne hatiye tespîtkirin.

Back to top button