Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê êrîşê çalakiyên bîranîna Pirsûsê kirin

Rêxistinên Ciwan xwestin li bajarên Tirkiyê Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê bimeşin.

Polîsan êrîşê meşa ciwanan kirin û gelek ciwan bi lêdanê kirin bin çavan.

Rêxistinên Ciwanan, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, sazî û dezgehên civakî, bi boneya 6’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê çalakî lidarxistin.

Çalakiyên bibîranînê li bajarên Enqere, Îzmîr û Stenbolê pêk hatin.

Li Stenbolê çalakvanan biştî axaftinan dest bi meşê kirin.

Piştî ku polîsan xwest meşa ciwanan asteng bike alozî derket.

Polîsan bi xaza çavsotîner êrîşê girseyê kirin û bi êşkenceyê bi dehan ciwan binçavkirin.

Rêxistinên ciwanan li Enqerê jî bi meşekî şehîdên Pirsûsê bibiranîn,

lê polîsan êrîşê ciwanan kirin bi dehan ciwan li vir jî hatin binçavkirin.

Şehîdên komkujiya Pirsûsê li Îzmîrê jî hatin bibîranîn.

bîranîn ji aliyê ciwanan înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, sazî û dezgehên civakî ve hate lidarxistin.

Li vir jî polîsan bi awayekî tund êrîşê bîranînê kirin.

Back to top button