Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye destpêkirin di roja 226’an de bi koma 45’an didome.
Duh merasîma dewrgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan a li Saziya Ciwanan destpê kir.
Di çalakiyê de li ser navê koma 44’an Medîne Kara axivî.
Medîne Kara balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser her çar aliyên Kurdistanê û got:
“Em di pêvajoyek gelek teng re derbas dibin.
Armanca me azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye.
Dijmin her roj bi şêwazek cûda êrişî Kurdistanê dikin, lê qet nikarin me tune bikin.
Em soz didin em ê li pey doza şehîd û şervanên xwe bin.
Êdî ji girî û êşa dayîka re bese.
Divê êdî hemû gelê Kurd serî rakin û têkoşînê bikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.