Tevî hemû êriş û zilma dewleta Tirk Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re civiya

Delweta Tirk a dagirker di van 2 rojên dawî de dîsa li Başûr û Rojavayê kurdistanê êrişên qirkirinê pêk anî.
Piştî van êrişa Erdogan û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 3’yemîn Forûma Dîplomasî ya Antalyayê de bi hev re civiyan.
Erdogan bê ku qirkeriya xwe jibîr bike Netanyayû weke qirker pênase kir.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûr û Rojavayê Kurdisatanê êrişên xwe yên qirkrina kurdan û ji holê rakirina destkeftiyên wan didomîne.

Herî dawî dewleta dagirker li ser Şengal, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê bêyî ku guh bide zagonên şer û pîvanên navnetewî êrişên qirkirinê pêk anî.

Dewleta Tirk doh jî bi rêya balafirên bêmirov li Başûrê Kurdistanê malek li navçeya Kelarê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû.

Her wiha di 29’ê Sibatê de li Silêmaniyê endamê HDP’ê Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak welatiyekê ji Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa siyasî hatibû başûr bi destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bû.

Bi heman awayî bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şengalê jî şehîd bû.

Her wiha 28’ê Sibatê de jî li dijî çend wesayîtên hêzên Suryan li bajarê Dêrikê êriş pêk anîn û di encamê de welatiyên sivîl jî di nav de, 3 welatî şehîd û 8 jî bîrîndar bûn.

Malbata Barzaniyan û partiyan PDK jî li hember vê yekê ne ku tenê bêhelwestin, destekê jî didin van êrişên hovane yên dewleta Tirk.

Ya balkêş jî piştî ku dagirkeriya Tirkiyê êriş pêk tîne kurdan dikuje, rayedarên Başûr bi dagirkeriya tirk re dicivin.

Piştî evqas êriş careke din Erdogan û Neçîrvan Barzanî di 3’yemîn Forûma Dîplomasî ya Antalyayê civiyan.

Erdogan ji Netenyahû re dibêje qirker

Civîna wan her çendî bi navê dîplomasiyê be jî lê her kes dizane ku ev dîplomasî li dijî kurdên têkoşîna azadiyê dikin bû.

Mijarê sereke yên forêmê li dijî şer, terorê bû di vê forûmê de erdogan careke din durûtiya xwe nîşan da

Neçîrvan Barzanî sûcên Tirkiyê rewa dike

Erdogan dîsa Netanyahû bi qirkirina gelê Filîstînî sûcdar kir û xwe jî weke mirov parêz nîşan da.

Lê jibîr kir ku di nav 2 rojên dawî de çend kurd li başûr û Rojavayê kurdistanê şehîd xist.

Neçîrvan Barzanî jî bi civîna Erdogan re van sûcên wî careke din rewa kir.

Back to top button