Erdogan ji Îsraîl weke dewletek teror bi nav kir

Kengî bixwaze ferman dide û êrişî xaka kurdistanê dike, çi Başûr be û Rojava be.
Bi balafirên ê mirov êriş dike û zarokan jî dikuje.
Em behsa şefê rêjîma Tirkiyê Erdogan.
Erdogan ê ku dîroka xwe bi komkujiyan tijî ye radibe û Îsraîl weke dewletek Teror bi nav dike.

Artêşa Îsraîlê 7’ê meha derbasbûyî bi balafiran êrişî gelek herêmên Xezayê kirin.

Mizgeft û nexweşxane bombe kirin.

Li her deverê dan û av li ser Xezayê birîn.

Wexta ev şer di navbera Hemas û Îsraîlê destpêkir şefê rêjîma Tirkiyê Erdogan rabû û got:

“Îsraîl bê wijdan û rehm e , li Xeza av birî û kehrebe qut kir û zarok kuştin.”

Îcar vê carê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya duh de got:

“Îsraîl li dijî zarok, jin û sivîlên Xezeyê êrişên herî xiyanetkar ên dîroka mirovahiyê pêk tîne. Îsraîl dewleteke terorê ye.”

“Ez niha ji vê derê ji Netenyahu dixwazim. Çekên te yên etomî hene yan na? Eşkere bike, lê nikare.”

Ey Îsraîl çekên te yên etomî hene û tu bi wan gefan dixwî.

Em wê dizanin. Her wiha ecelê te tê. Çiqas çekên te yên etomî hebin bila hebin lê tu dê biçî.”

Ntanyahu bersiveke tund da

Serokwezîrê Îsraîlê bertekeke tund nîşanî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê yên “Îsraîl dewleteke terorê ye” da.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgiriya Erdogan a ji Hemasê re anî ziman û got:

“Em dê ji wî dersê negirin.”

Berdevkê Netanyahu, Ofir Gendelman gotinên Netanyahu li ser hesabê xwe yê X yê parve kirin:

“Hêzên ku piştgiriya terorê dikin hene: Yek ji wan jî serokê Tirkiyeyê Erdogan e.”

Erdogan Îsraîlê wekî dewleteke terorê bi nav dike lê piştgiriya çalakiyên terorîstî yên Hemasê dike.

Heger em behsa kirinên Erdogan bikin êdî dîroka wî bi komkujiyan tijî ye.

Rojane li êrişî xaka kurdistanê dike , li pêşiya xwe kesî nabîne.

Mînaka herî berbiçev jî , êrişa 5’ê Cotmehê li dijî Rojavayê kurdistanê.

Ferman da ku kevir li ser kevir nemîne.

Navendên avê, elektrîk, gaz û çavkaniyên jiyanî yên 5 mîlyon kesî hatin rûxandin.

Nexweşxaneyên sivîl rûxandin , bû sedem bedena zarokan were pereçkirin.

Gelek mînakê wisa yên nîşan didin bê ka dewleta Tirk çi dewletek torori ye.

Axir jî radibe û behsa mafê mirovan dikin.

Back to top button