Şehîdên 12’ê Adarê hatin bi bîr anîn

Bi boneya rojê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, MSD’ê, Kongra Star û PYD’ê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de şehîdên serhildana Qamişlo hatin bibîranîn û hate gotin, gelên Sûriyê siyasetên hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de têk birin.

 

Bi boneya salvegera 16’emîn a Serhildana Qamişlo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û şehîdên serhildanê bi bîr anî.

Rêveberiyê diyarkir ku serhildana 12’ê Adarê bû bingeha projeya guhartina demokratîk a Sûriyê ku hêzên siyasî û civakî li derdorê civiyan.

Rêveberiyê teqez kir ku ew ê parastina pîvanên ku serhildanê ji bo wan dest pê kiriye, bikin.

Her wiha wê demokrasiyê û biratiya gelan xurt bikin û mafên rewa yê gel li Sûriyê bi dest bixin.

Rêveberiya Xweser bang li rejîma Sûriyê kir ku xwe ji hişmendiya navendî rizgar bike û bi çavekî din li rewşa herêmê binêre.

MSD: Hevgirtina niştimanî ya sûrî, gora fitneyê ye

Bi heman armancê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî daxuyaniyek da û şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anî.

MSD’ê serhildana 12’ê Adarê wek qêrîna li dijî zordarî û koletiya rejîma Baas pênase kir û wiha got:

Serhildana Qamişlo zulim, înkarkirin û zordestî ku desthilatdariyê li dijî gelê Kurd bi salan dimeşand eşkere kir û bû bingeha têkoşîneke nû ya şoreşgerî.

Kongra Star: 12’ê adarê siyaseta rêjîma baasê têk bir

Her wiha Koordînasyona Kongreya Star jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star destnîşan kir ku bi beşdariya gelên Sûriyê 12’ê Adarê veguherî serhildana gelan.

Her wiha gelên Sûriyê siyasetên hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de têk birin.

Di daxuyaniyê de bang li jinên li Sûriyê hat kirin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî yekdest bin.

PYD’Ê: Serhildana 12’ê adarê bingeha şoreşa demokratîk a sûriyê ye

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Serhildana 12’ê Adarê îsbata şoreşa demokratîk a Sûriyê û bingeha Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

PYD’ê anî ziman ku wê gelê Kurd parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin bikin.

Back to top button