Rapora Amerîkayê: Cendirmeyên Tirkiyê li ser sînor sivîlan armanc digirin

Wezareta Derve Ya DYA’yê bi raporekê binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê û gelê Kurd ku pêk aniye, belge kir.

Her wiha Çavdêrên di Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê de jî metirsiyên xwe ji ber sînordarkirina raporên çapemeniyê li Tirkiyê, nîşan da.

 

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rapora xwe ya salane der barê mafên mirovan li Tirkiyê de belav kir.

Wezaretê di rapora xwe de bal kişande ser binpêkirinên dewleta Tirk derheqê penaberên li ser sînor û teqez kir ku “Hêzên Cendirmeyan ên Tirkiyê” gule li penaberên ji Sûriyê û dewletên din ku hewl didin sînor derbas bikin, reşand.

Di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

 

”osce” metirsyên xwe ji ber zexteyên li ser çapemeniyê li tirkiyê anî zimên

Di heman çarçoveyê de çavdêrên di Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) de, metirsiyên xwe ji be qeydên li ser raprorên çapemeniyê li Tirkiyê têne ferzkirin anî ziman.

Çavdêran destnîşan kirin ku di nav de namzetekî seroktiyê, dewleta Tirk namzetên opozîsyonê sînordar kir.

Çavdêrên Meclisa Ewropayê jî heman metirsî der barê sînordarkirina azadiya nêrînê û bi taybet dezgehên çapemeniyê de nîşan da.

Li gorî raporên belgekirî, êrîşên dewleta Tirk li derveyî sînorê wê bû sedema kuştina sivîlan.

27`ê Hezîrana 2019’an di êrîşa balafirên deweleta tirk ya li ser bakurê Iraqê de 4 kesan hatibûn kuştin.

Cotmehê jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Ji ber êrîşan bi sedhezaran şêniyên resen ji war û cihên xwe koç bûn.

Her wiha çete yên dewleta Tirk gelek sivîl kuştin ku di nav de siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî hebû.

Back to top button