Sozdar Ehmed: Heta niha jî ava stasyona Elok nehatiye berdan

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir heta niha jî stasyona Elok nehatiye xebitandin.

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku aloziya avê ya li herêmê hîn jî berdewam dike.

Sozdar got, ”Dagirker tenê di aliyê ragihandinê de dibêjin ku ew stasyonê dixebitînin, lê di pratîkê de tiştek tune ye”.

Sozdar Ehmed da zanîn ku wan ji rêxistinên navneteweyî xwestine ku avê bi sehrîcan li şêniyan belav bikin û got,

”Hin rêxistinan daxwaza me bi cih anî û dê di van rojan de dest pê bikin.”

Back to top button