
Li navçeya Zirganê navenda Têkiliyan ya Hêzên Asayîşê bi rûspiyên êlên navçeyê re civiya û li daxwazên wan guhdar kir.
Di civînê de bi dehan ji rûspiyên êlên ereb û Kurd ên hazir bûn û daxwazên xwe ji wan re gotin.
Şêniyan daxwaza pêkanîna projeyên xizmetguzarî li navçeyê kirin..
Her wiha çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan û sotemeniyê jî kirin..
Navenda Têkiliyan ya hêzên Asayîşê li daxwazên wan guhdarkirin û da zanîn ku ew ê di demekê nêz de daxwazên şêniyan bi cih bînin.